Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî bo zarokên xizan tatîla havînê li dar dixe

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên ku malbatên wan destteng in û nikarin biçin tatîla havînê bi awayekî bêpere tatîla havînê li dar dixe.

Kampa Zarokan a Havînê, ku li bajaroka Gezînê ya bi ser Madena Elezîzê ye û girêdayî Serokatiya Xizmetên Ciwanan û Sporê ye, 21’ê hezîranê deriyê xwe veke.

Şaredariya Bajarê Mezin, li Kampa Zarokan a Havînê ku ji nexweşiyê ev 2 sal e girtiye xebata çaksaziyê û venihêrtinê pêk anî.

Ekîban, avahiyên kargêrî û xwarinxaneyê, destşok, konteyner, melevangeh, qadên futbol, voleybol û basketbolê ji bo demeke dirêj e nehatine bikaranîn tadilata wan hate kirin û ji bo xizmeta zarokan hatin amadekirin.

Serlêdanan dest pê kir

Zarokên 9-18 salî ku derfeta wan a tatîlkirinê tune ye, ji bo karibin ji kampa havînê sûdê werbigirin serlêdanan dest pê kir. Her zarokê boo kampê tê qebûlkirin dê 5 rojan ji kampê sûdê werbigire, ji bo serlêdanê divê ligel malbatên xwe serlêdana xwe li Malên Zanînê, Akademî Lîseyê, Serokatiya daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ya li Sumerparkê bidin.

1200 zarok dê ji kampa havînê sûdê werbirgin

Şaredariya Bajarê Mezin, vê kampa xwe dê 9 hefteyan bidomîne û bi tevîtev 1200 zarok dê jê sûdê werbigirin û her koma zarokan dê ji 100 kesan pêk were.

Perwerdekarên di warê xwe de pispor, li kampê dê ji zarokan re di warê nirxên milî û manewî de semîneran bidin, dê perwerdeya wênekarî, hunerên destî, govend, muzîk, xwendin, sînema, dramayê de bide.

Çocukların, fiziksel gelişimlerine katkı sunmak amacıyla sportif faaliyetler kapsamında her gün belirli saatlerde yüzme, futbol, basketbol, satranç ve voleybol etkinlikleri düzenlenecek.

Ji bo zarok di warê werzîşî de bi pêş bikevin her roj di hin saetên diyarkirî de dê çalakiyên melevaniyan, futbol, basketbol, kişik û voleybolê bêne lidarxistin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan