Şaredarî di hawara Sînopê de
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo birînên mexdûrên lehiya li Sînopê rabûyî bipêçe zend û bend badan û bi hawara Sînopê rabû.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo hawara navçeya Turkelî ya Sînopê, 4 kmayon, 1 grêder, 1 loader, 1 gindora axê, 1 ekskavator, 1 tirkêş, 1 pîkap tevî karmendên wan şandin hawarê.
Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin tevî ekîpmanê xwe di bin serperiştiya Serokatiya Kargêriya Hawar û Afatan de dê beşdarî xebatên rizgarkirin û lêgerînê bibe, dê bi xebatên maliştina gend û gilêşan rabe û destê alîkariyê bide mexdûran.
