Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî di zoma Xelatê de

Şaredariya Bajarê Mezin, li Xelata Bedlîsê ku “Zoma Xelatê ya 1071 Sultan Alpaslan” hate vedan, kon û stanta xwe veda û tê de bajêr dide nasîn.

Bernameya Serkeftina Melezgirtê ya sala 950’ê ku bi serperiştiya Serokomar tê lidarxistin, li devera Çarxo ya Xelatê li ser qadeke 450 hezar metrekare “Zoma Xelatê ya 1071 Sultan Alpaslan” hate vedan, dest pê kir.

Bi boneya zomê, li Çarxoyê 50 kon û xîvetek hatine vedan, 11 konên sefaretxaneyên welatên cur bi cur jî di zomê de hatin vedan, Şaredariya Bajarê Mezin jî kon û stanta xwe veda.

Çand û dîroka Diyarbekirê tê nasandin

Şaredariya Bajarê Mezin, di bin konê xwe de û li ser stanta xwe berhemên Diyarbekirê, bi foto û wêneyan nîşan dide û di konê Şaredariya Bajarê Mezin, zebeş û kevokên bajêr jî tên nîşandan.

Di stantê de bultena “Keremke” jî tê pêşkêşkirin, ligel rêbera turîzmê ya bajêr, mistevank, kum û albûma fotoyên Diyarbekir bo dilheziya mêvanan tên raberkirin.

Zoma Xelatê heta 26’ê tebaxê vekirî ye û stanta Diyarbekir ji layê mêvanan ve bi germî tê pêşwazîkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan