Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî ji bo heywandaran avê dibe

Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber hişkesaliyê xudanên heywanan tengav bûne, lewra jî bi tankeran ji xudanên heywanan re av kişand.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber ku li seranserê bajêr li gorî salên borî ji sedî 58 kêmbûn di rêjeya barînan de bûye, cotyarên li ser mêrg û çêrgehan bi xwendankirin heywanan debara xwe dikin gelekî tengaviyê dikêşin, lewra zend û bend badan.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, di serê pêşîn de ji xudanên heywanan li ber pêla hişkesaliyê nekevin, li çêrgeh û zozanan seh kir ka rewşa hişkesaliyê çawa ye û çiqas bandor li wan bûye.

Li zozanan delav û depoyên avê hatin danîn

Şaredariya Bajarê Mezin, li gundên bi ser Baglar û Çinarê ku pez û dewar gelek lê têne xudankirin ên wekî; Koxê, Xîçir, Koxa, Qorincirê, Selvana Biçûk, Dubeg, Berbûrî, Îçka Kalo, Qesir, Çortanî û Îçkarêkê bi giştî 37 delav ji bo avdana heywanan hatin bicihkirin.

Bi tankêrê dê avê bikêşin depoyan

Di çarçoveya heman xebatê de ji bo pêşwazîkirina pêdiviya avdanê ya heywanên pez û dewar 12 depoyên avê yên 10 ton hatn dabînkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo di berhemên goşt û şîrî de çi kêmasî çênebin avê bi tankêran ji bo nav zom û çêrgehan dikêşe.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo bandora hişkesaliyê li ser xudanên heywanan siviktir bike xebatên xwe didomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan