Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî li Alanyayê di hawara şewatê de

Şaredariya Bajarê Mezin, di hawara agirpêketina daristanên Alanyayê rabû û niha bi xebatên piştevaniyê berdewam e.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo piştevaniya di xebatên vemirandina agirê li daristanên Alanyaya Antalyayê ketî ekîb wezîfedar kirine, xebatên xwe li Taxa Guzelbaxê didomîne da ku agir nepeşike vê taxê.

Ekîb, ji aliyekî ve bi tankêran avê dikişîne ser girikan da ku wesayitên agirkujiyê bi kar bînin, ji aliyê din ve ji boa gir nepeşke Taxa Guzelbaxê xebatên vekirina rê dimeşîne.

Ekîn şandin Marmarîsê

Ji aliyê din ve, Serokatiya Daîreya Parastina Jîngehê, ji bo xebatên vemirandina şewata li daristanên Marmarîsa Muxlayê jî ekîbên piştevaniyê şandin, ekîb ji 4 xebatkar û 2 tankêrên avê pêk tê.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, heta ku agir bête vemirandin dê destekê bidine xebatên vemirandinê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan