Şaredarî li Çermûgê rê û rêbaran çêdike
Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Çermûgê bi xebata çêkirina rê û dirban berdewam e.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên rê û dirban gundan bi hev ve girê dide, her weha gund û navçe û bajar nêzîtirî hev dike.
Şaredariya Bajarê Mezin, sezona asfaltê ya 2021’ê bi armanca çêkirina 1200 km rê vekir û ji 12 kîlometir rêya Çermûg û gundên wê ku 7 metir fireh e, 8 kîlometira wê temam kir û xiste ber xizmeta welatiyan.
Ekîb, lê dixebitin ku vê rêya han di nava 7 rojan de durist bike û bixe ber xizmeta welatiyan.
Rêya taxa Sinagê amade ye
Şaredariya Bajarê Mezin, rêya taxa Sînagê ya bi ser navçeya Çermûgê ye û 6 kîlometir dirêjiya wê heye asfalt kir.
