Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî li Hezroyê Baxçeyê Millet çêdike

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Hezroyê li ser aqarekî 32 hezar metreçargoşe Baxçeyê Millet ava dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî wexteke xweş lê derbas bikin û bêhna xwe lê vedin li navçeyan seyrangeh û qadên hêşîn ava dike.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li navçeya Hezroyê li ser aqarekî 32 hezar metreçargoşe Baxçeyê Millet çêdike û di vê seyrangehê de ji 7 cureyan 469 dar, bi 3 celeban 1373 devî û 19 hezar metreçargoşe jî dê ji bo çîmê bête veqetandin

Dê li Baxçeyê Millet ê Hezroyê, 7 jê binban û 7 jê bêban mêza seyranê, 7 kamelya, 24 textebend, 2 kaniyên avê û selikên gilêşan bêne bicihkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarok demeke xweş li vê seyrangehê derbas bikin parkur û yarîgehan lê bi cih dike.

Her weha, ji bo şênî karibin li Baxçeyê Millet ji xwe re sporê bikin dê rêgehên meşê û amûrên fîtnessê jî bên dabînkirin.

Îhaleya wê hate kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, bi beşdariya 5 fîrmayan îhaleya Baxçeyê Millet ê Hezroyê li dar xist.

Piştî nirxandina pêvajoya dema îhaleyê, xebata çêkirina parkê dê 150 rojan bête kirin û park bikeve ber xizmeta xelkê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan