Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî li Karazê stadeka modêrn çêdike

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Karazê dezgeheke sporê ya modern li ser 18 hezar metirçargoşe çêdike.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ciwan demeke xwe ya vala bi awayekî sûdmend derbas bikin û di warê fîzîkî û zîhnî de bi pêş bikevin ji bilî navenda bajêr li navçeyan jî xebatên xwe ji bo ciwanan dimeşîne.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî, li navçeya Karazê li ser aqarekî 18 hezar metreçargoşe dest bi avakirina dezgeha sporê kiriye, di vê dezgehê de kargêrî, sehaya çîmê sentetîk, korta tenîsê, trîbûneka 500 kesî, jûrên hakem û xwe şelandinê hene.

Lêkirina çîmê amade ye

Klûbên amator û welatî dê karibin li vê dezgehê sporê bikin, ekîban lêkirina trîbûn û jûrên xwe şelandinê dest pê kiriye û çîmê sehaya futbolê hatiye danîn.

Ji sedî 80 xebatên ser vê dezgehê bi dawî hatine û tê çaverêkirin dezgeh di nav du mehan de amade be.

Dezgeha sporê, ji 7 heta 70 salî dê xizmetê bide her kesî.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan