Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî rêyên gundan çêdike

Şaredariya Bajarê Mezin, bi armanca çêkirina 1200 km rêya gundan sezona 2021’ê ya asfaltkirinê vekiribû û xebatên xwe yên binesaziyê didomîne.

Piştî ku Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu diyar kir ku ew ê 1200 km rêya gundan çekin Şaredarişya Bajarê Mezin zend û bendên xwe badan, xebatên danîna binaxe, stabîlîze, dagirtin, menfez, firehkirina rêyan, avahiyên hunerî û danîna bûzan didomîne.

Serokatiya Daîreya Çaksaziya Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, li 13 şantiyên li navçeyên Peyas, Sûr, Yenîşehir, Hezro, Bîsmîl,Licê, Silîva,Çinar, Gêl, Pasûr, Hênê û Çangûşê bi 496 xebatkaran dixebite.

Ekîb, piştî ku li gundên diyarkirî xebata binesaziyê pêk tînin, bi hatina havînê û germbûna hewayê dinyayê re ji bo rêyan ziftê dake binesaziya wê amade dike.

Dê rêyên gundan bêne firehkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta ewlehiya hatûçûna welatiyan dabîn bike û ew rêwîtiyeke rehet bikin rêyên 5,5 metir fireh dê heta 7 metiran fireh bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan