Şaredarî rêyên gundan nû dike
Şaredariya Bajarê Mezin, di sezona asfaltê ya 2021’ê de rêyên gundên 17 navçeyan nû dike.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta hatûçûneke amantir ji bo xelkê Amedê dabîn bike li ser rê û rêbarên gundên 17 navçeyan xebata xwe ya qîrkirinê didomîne.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, armanc e ku di sezona 2021’ê ya asfaltkirinê de 1200 km rêya gund û taxên veder çeke û bixe ber xizmeta şêniyan.
Ekîbên çêkirina rêyan, di çarçoveya xebatan de li navçeya Gêlê 7 kîlometir rêya gundan çêkir û xiste ber xizmeta xelkê wan navçeyan.
Her weha ekîbên Şaredariyê li ser rêya gundên Licê, gundên Pasûrê û gundên Baglarê xebata xwe didomîne û tê çaverêkirin ev rê û rêbar demeke nêzik amade bibin û bikevin ber xizmeta welatiyan.
