Şaredarî roja dayikan bi dayikan re bû
Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya Roja Dayikan serdana dayikên şehîdan, sporbazên milî, astengdar û esnafên jin da û roja wan pîroz kir.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatan, deste gul amade kirin û serdana malen dayikan kirin, di serdanê de silavên Walî Karaloglu ji dayikan re kirin û Roja Dayikan li wan pîroz kir.
Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatan Ayşe Handan Eker jî beşdarî qefleyên serdanê bû û çûne mala Şahibe Yildiz a dayika Reşit Yildiz ê li Şirnexê giyana xwe ji dest dayî, Sporbaza Milî ya Diyarbekirî Meryem Pekmez, dayika wê Hewîle Pekmez û Fatma Akkuş a ku di çalakiya rûniştinê de ye.
Wezîfedaran serdana Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, nexweşxaneyên dewletê û nexweşxaneyên taybet kir û di serdanê de Roja Dayikan li jinên dixebitin pîroz kir û destegul da wan.
Bi boneya Roja Dayikan serdana dayikên parêzvan, dayikên astengdar û dayikên li Bazara Jinan a Baglarê dixebitin kir û roja wan pîroz kir.
