Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariya Amedê dest bi kampanyaya paqijiyê dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi piştgiriya şaredariyên navçeyên navendê dê li seranserê bajêr kampanyaya paqijiyê bide destpêkirin. Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê ji bo paqijkirina 136 sererêkan, meydan, termînalên otobusan ên navbajaran, termînalên otobusan ên navçeyan, odeyên l

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi piştgiriya şaredariyên navçeyên navendê dê li seranserê bajêr kampanyaya paqijiyê bide destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê ji bo paqijkirina 136 sererêkan, meydan, termînalên otobusan ên navbajaran, termînalên otobusan ên navçeyan, odeyên lezgîn û qadên bendewariyê yên nexweşxaneyên taybet û giştî yên li navenda bajêr dê kampanyayekê bide destpêkirin. Kampanyaya paqijiyê ya ku dê bi 3 ekîban bê kirin dê 25ê Nîsanê roja Pêncşemê saet di 20.00ê de li Taxa Dortyol a navçeya Baglarê dest pê bike. Kampanyaya ku wê li ser esasê feraseta hawirdor û ekolojîk pêk were, li gorî salnameya diyarkirî wê her roj li kolan û bulvarên di lîsteyê de bê meşandin.

Hevserok: Bila gelê me piştgiriyê bide kampanyayê

Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun der barê kampanyayê de daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê bi piştgiriya şaredariyên navçeyên navendî dest bi vê kampanyayê bikin û bi kampanyayê re 136 noqte dê bên paqijkirin. Hevserokatiyê got, "Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku piştgiriyê bidin banga me ya kampanyaya paqijiyê û di dema komkirina çopê de çopên xwe bi awayekî rêkûpêk berhev bikin û di konteynerên çopê de vegirin."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan