Şaredariyê kitêb diyarî 7 hezar xwendekarî kirin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo 7 hezar xwendekarên xwe ji bo ezmûnên LGS, TYT û AYT amade dikin kitêba çavkaniya alîkar kir diyarî.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekar di ezmûnên xwe de bi ser bikevin alîkariyê bi wan re dike. Şaredariya Bajarê Mezin ji bo piştgiriya xwendekar Malên Zanînê, Akademî Lîse û Şevnişîna Keçikan saz kirin û niha jî ji bo xwendekar di ezmûnên xwe de bi ser bikevin pirtûka çavkaniy alîkar li xwendekaran belav kir.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê li gorî bernameya xwe pirtûkên çavkaniya alîkar a ji bo ezmûnên LGS, AYT û TYT belav kir. 4 hezar û 200 pirtûk li xwendekarên dibistana navîn, 2 hezar û 800 pirtûk li xwendekarên lîseyê bi giştî li 7 hezar xwendekarî pirtûk diyarî kirin.
Bi saya van pirtûkan xwendekar dê çêtir karibin xwe ji bo ezmûnan amade bikin. Şaredariya Bajarê Mezin dê di her warî de bi alîkariya xwendekaran berdewam be.
