Şaredariyê perwerdeya “narkotîkê” pêk anî
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya têkoşîna dij bi narkotîkê de perwerdeya “Dayik, Baştirîn Polîsa Narkotîkê ye” li dar xist.
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya têkoşîna dij bi narkotîkê de ji bo jinên di ser 25 saliyê de semînera perwerdeyê pêk anî.
Semîner, li Navenda Jiyanê ya Jinan a li Parka Koşoyulu ya di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê de, bi beşdariya ekîbên Narkorehber ên Gerînendetiya Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Asayîşa Bajêr bi rê ve çû.
Di semînerê de pisporên Markorehberê, der barê bikaranîna madeyên huşber de agahî dan û hate gotin ku rîsk li ser her kesî heye, çu kes bila nebêje “zarokê min nake” û hate gotin ku baştirîn polîsa narkotîkê hayjêbûna dayik û bavê zarokan bi xwe ye.
Seminer bi bersivandina pirsên beşdaran bi dawî bû.
