Şaredariyê xwerek bo se û pisîkan danî
Şaredariya Bajarê Mezin, di vê dema karantînayê de bi valabûna kuçe û kolanan re se û pisîk li rê û kolanan vehewiyane, şaredarî wan xwedî dike.
Piştî ku 17 roj wek karantina hatine ragihandin, Şaredariya Bajarê Mezin zend û bendên xwe şidandin, ji bo şêniyên bajêr mexdûr nebin, bi hemû beş û yekeyên xwe ve dixebite, her weha xebatên xwe bo xwedankirin se û pisîkên tereke jî didomîne.
Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, bi şîara “Her Giyan Emanetê Me Ye” li Peyas, Rezan, Sûr û Yenîşehrê ji bo cîgehên se û pisîkan xwerek danî.
Ekîbên ku bi destên xwe se û pisîk xwedî kirin, heta karantina hebe dê xudanderketina xwe li heywanan bidomîne.
