Seferên otobûsa Diyarbekir-Gêlê-Pîranê dest pê kir
Şaredariya Bajarê Mezin, ji îro ve seferên otobûsan bo xeta Diyarbekir-Gêlê-Pîranê da destpêkirin.
Serokatiya Daîreya Hatûçûnê, li navçeyan tora hatûçûnê ji bo welatî karibin bi rehetî bêne bajêr û pêdiviyên xwe yên nexweşxane, perwerde, tenduristî, bazirganî û danûstandinê bînin cih, dabîn kiriye.
Seferên ku dê ji Diyarbekir û Pîranê bi miqabil di navbera saetên 06.30’a sibê heta 17.00’ê êvarî bêne pêkanîn, dê xeta Diyarbekir-Gêlê-Pîranê bi kar bînin.
Bi saya vê rêgehê dê di navbera Gêlê û Pîranê de bi awayekî miqabil seferên otobûsan bêne biencamdayîn.
