“Sempozyûma Sezaî Karakoç a Navneteweyî” tê lidarxistin
Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin, Parêzgerî, Zanîngeha Dîcleyê, Zanîngeha Hacî Bayram Velî ya Enqereyê û Komela Hevgirtin û Hevkarî ya Cîhannûma ve di navbera 26-28’ê Gulana 2022’ê de “Sempozyûma Sezaî Karakoç a Navneteweyî” tête lidarxistin.
Li welatê Sezaî Karakoçê şair, nivîskar û hizirmend Diyarbekirê dê Sempozyûmeke Navneteweyî bête lidarxistin.
Di sempûzyomê de dê raman, bîrhatin, berhem, bîr û boçûnên civakî û siyasî yên şairê gewre Sezaî Karakoç bêne nirxandin, gelek zanyar û lêkolerên pisporê şairê ku ev çendek e ji nav me bar kiriye, beşdarî sempozyûmê bikin.
Di sempûzyomê de dê ji aliyê akademîsyenan ve tesewira şaristanî ya Sezaî Karakoç, siyaset û îdeolojiya bîreweriyên wî û helbesta wî bêne helsengrandin.
Ji bo agahîyên der barê sempozyûmê de binerin, https://www.sezaikarakocsempozyumu.com/
