Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevserokên DEMê serdana Hevserokên Şaredariya Amedê kir

Hevserokên Giştî yên DEMê Serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun pêk anî. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir. Hevserok, parlamenter ji aliyê Hevserokên Şaredariya

Hevserokên Giştî yên DEMê Serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun pêk anî.

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir. Hevserok, parlamenter ji aliyê Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û hevşaredarên navçeyan ve li gel endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEM (MYK) û Meclîsa Partiyê (PM) hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê, Hevserok û Hevşaredar derbasî avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin bûn.

Bucak: Em bi mazûvaniya Hevserokan serbilind in

Hevşaredar Serra Bucak di serdanê de kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û got, "Em bi rûmet in ku em li Şaredariya Bajarê Mezin û bi şaredariyên 13 navçeyên, mêvandariya Hevserokên xwe yên bi rûmet Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan dikin. Em bixêrhatina wan dikin û spasiya wan dikin."

Bakirhan: Şaredariyên me dê xizmeteke layiqî gel bikin

Hevserok Bakirhan di şexsê şaredariyan de gelê bajêr pîroz kir û got, "Em di wê baweriyê de ne ku şaredariyên me bi taybet Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê xizmeteke ku layiqî gel e, bike."

Hatimogulları: Şaredariyeka şefaf û demokratîk

Piştre Hatîmogullari axivî û bi bîr xist ku wan soz dane ku di hilbijartinê de xizmetê ji gel re bikin û weha got, "Em bawer dikin ku mînaka şaredariya vekirî, şefaf, demokratîk a ku gelê me heq dike, wê li şaredariyên me yên din jî bi taybetî li Amedê bê dîtin."

Hevserokan di serdanê de şampiyoniya Amedsporê jî pîroz kirin.

Di serdanê Hevserok Bucak û Hatun tebaqek ku bi nîgarên dîroka bajêr newişandiye diyarî Hevserokên DEM Partiyê kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan