Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevserok Bucak serdana Navenda Jiyanê ya Jinan kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Navenda Jiyanê ya Jinan a di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de kar dikin ziyaret kir. Hevserok Bucak ewil çû Navenda Jiyana Jinê ya li Parka Koşuyoluyê. Bucak kursên xwendin û nivîsandinê û tekstîlê, salon û odeyên lîstikê ziyaret kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Navenda Jiyanê ya Jinan a di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de kar dikin ziyaret kir.

Hevserok Bucak ewil çû Navenda Jiyana Jinê ya li Parka Koşuyoluyê. Bucak kursên xwendin û nivîsandinê û tekstîlê, salon û odeyên lîstikê ziyaret kir û der barê xebatên ku li navendê tên kirin de ji serokên yekîneyan agahî girtin. Bucak demekê bi perwerdekaran re sohbet kir û xebatên jinan saxtî kir. Bucak li salonên lîstikê bi zarokan yarî kirin.

Piştre Hevşaredar Bucak Navenda Jiyana Jinê ya Lalabey ziyaret kir. Bucak li vir xebatên perwerdekaran nirxand û ji hemû jinan re serkeftin xwest.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan