Seyrangeha Gezînê dibêje mêvanan: kerem kin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên malbatên wan destteng ku nikarin di bêhnvedana havînê de biçin seyrangehan li kampa havînê a ciwanan, pêşwaziyeke germ dike.
Kampa Ciwanan ya di bin Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de ku li havîngeha Gezînê ya Elezîzê ye, zarokên xizanan bi germî pêşwazî dike û ji bo bêhnvedana havînê derfetekê raberî wan dike.
Zarok bi wesayitên bi ser Serokatiya Daîreya Veguhastinê bo kampê tên veguhastin û seyraneke xweş dikin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên têne kampê, çentikan belav dike; di van çentikan de pêşgîr, bone, berçavka melevaniyan, şort, şimik, macûn û firçeyê didanan heye.
Li seyrangehê, perwerdekarên şareza ji zarokan re der barê nirxên manewî û milî de semîneran didin û her weha atolyeyên wênesazî, hunerên destan, govend, muzîk, xwendin, sînema, dramaya afrîner, robotik û rîtîm li dar dixin.
Ji bo pêşketina zarokan a di warê fizîkî de çalakiyên sportîf tên lidarxistin, bi vê boneye her roj di saetên diyarkirî de helkeftên melevanî, futbol, basketbol, kişik û voleybolê tên pêkanîn.
Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Agirkujiyê jî, ji bo zarokên beşdarî kampê bûne, der barê şewat, agirpêketinê, cureyên agirpêketinê û rêgezên vemirandina agir de perwerde û rahênan bi encam didin.
Zarok hînî avjeniyê dibin
Di seyrangehê de zarok, demeke desnîşankirî ya rojê wexta xwe li melevangeha olîmpîk derbas dikin. Ji ber rewşeke nepayî ya neyînî ku çêbibe canxelasker/xozneber jî seyrangehê disekinin, zarokên melevan û nemelevan ji bo fêr bibin, kom bi kom tên dabeşkirin.
Perwerdekarên şareza, ji bo zarokên nizanin avjeniyê bikin melavaniyan fêr dikin û ji bo zarokên melevan jî stîlên melevaniyên fêr dikin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, ji bo hişmendiya xwezayê li hişê zarokan biçînin di dema seyranê de ji bo zarokan geşt û gerên nasîna xwezayê li deroberên Gola Hezarê li dar dixin.
Li seyrangehê ro 24 saet karmendên revir û binkeya tenduristiyê amade ne neku rûdaneke nepayî biqewime da ku demildest destwerdanê lê bikin.
Xwarina zarokan bi çavdêriya diyetîsyenan tê amadekirin
Ji bo zarokên beşdarî seyrangehê bûne, di maweyê kampê de rojê 3 danan xwarinên germ tên amadekirin û 2 navên firavînê yên navberê jî didin zarokan û xwarin bi çavdêriya diyetîsyenan tên amadekirin.
Her hefte 120 zarok ji bo seyrangehê tên wergirtin û di şeva dawîn a seyranê de şevbihêrka xatirxwestinê tê lidarxistin. Di wê şevbihêrkê de li dora agirekî gur govend tê gerandin, yarî tên lîstin û beşdar serpêhatiyên xwe yên seyrangehê ji hev du re parve dikin.
Serlêdan berdewam in
Seyrangeh dê 9 hefte bidome û bi giştî 1200 zarok bi awayekî belaş dê ji kampê sûdê werbigirin lewra serlêdana bo kampê hê jî didome.
Her zarok 5 rojên xwe li vê seyrangehê derbas dikin, malbatên ku dixwazin zarokên wan jî biçin vê seyrangehê divê di nava saetên dewamê de serlêdana xwe li Malên Zanînê, Akademî Lîseyê, an jî li Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ya li nav Sumerparkê bidin.
