Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Serkeftineka mezin ji werzişvanên jin

Tîmên Voleybol û Futbolê yên Jinan ên ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatin avakirin, serkeftinên nû li xwe zêde kirin. Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê de hat avakirin, bi armanca ku derbasî Lîga 2

Tîmên Voleybol û Futbolê yên Jinan ên ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatin avakirin, serkeftinên nû li xwe zêde kirin.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê de hat avakirin, bi armanca ku derbasî Lîga 2yemîn bibe, di her du pêşbirkan de bi ser ket. Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Amedê di pêşbirkên ku li Salona Sporê ya Girtî ya Yurdumê ya Gazîentabê hat lîstin de; Tîma voleybolê ya Navenda Ciwanan a Şanliurfayê 3-1 û Tîma Voleybolê ya Ciwanan a Adiyaman Yurdumê 3-0 têk bir û derket Lîga 2yemîn.

Tîma Futbolê ya Jinan ber bi Lîga 2yemîn ve diçe

Tîma Futbolê ya Jinan a DBB Sporê di pêşbirkên ku di Lîga 3yemîn Koma 4emîn da leyîst, bi 10 serkeftin û 2 wekheviyê serdema xwe bê têkbirin temam kir.

Di maça dawî de şahiya serkeftinê

Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Amedê di maça herî dawî ya ku li Tesîsên Sporê yên Talaytepe hat lîstin de li hember Ergani Makam Sporê 4-1 bi ser ket. Tîma Futbolê ya Jinan bi vê encamê beşdarî pêşbirkên Lîga 2yemîn a TFFyê ya Play-offê bû.

Armanc şampiyonî ye

Rahêner Alî Açan jî pîrozbahî li werzişvanan kir û got, “Ez hemû werzişvanên me yên ku di vê serdemê de gelekî baş xebitîn û performanseke pir baş nîşan dan, ji dil pîroz dikim. Hêvîdar im dawiya rê bibe şampiyon."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan