Sûlava Zinara Fîsê dîsa şireşir e
Şaredariya Bajarê Mezin, Sûlava Zinara Fîsê ku di warê dîrok û çanda bajêr de giringiya xwe heye ji nû ve av berdayê û bû gujeguja wê.
Piştî ku Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, di hevdîtinên ser medyaya civakî ji şêniyan re mizgînî da ku ew ê ‘dîsa Sûlava Zinara Fîsê aktive bikin’ Gerînendetîya Giştî ya DÎSKÎya bi ser Şaredariya Bajarê Mezin zend û bendên xwe badan û ji bo sûlav dagere ser dilqê xwe yê kevnar û ji nû ve av tê biherike xebat da destpêkirin.
Ji ber ku Sûlava Zinara Fîsê di nav qada sîtê de ye DÎSKÎ’yê xebata xwe bi pêjinkarî meşand, ava li hewza binî pengiyayî ku dikeve 85 ton bi pompeyeke dewirkirinê ya 80lt/sn dîsa kişande sûlavê û hişt ku av di sûlavê de biherike.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo Sûlava Zinara Fîsê ya Diyarbekir ku di warê çand, dîrok û turîzma bajêr de xwedî giringiyeke mezin e bi Qesra Kevirî, Baxçeyên Hevselê, Çemê Dîjleyê û Baxçeyê Milletî re hevahengiyekê pêk bîne xebateke hestyar meşand û dîmena wê ya nuwaze derxiste pêş.
Walî Munîr Karaloglu bi daxuyaniyekê got, “Sûlava Zinara Fîsê ji nû ve diherike. Her kuncikê bajarê me, her nirxa wê ji bo bigihînin rojên xweş ên berê em bi şev û roj dixebitin, em ê bixebitin. Bila ser xêrê be.”
Şaneşîna temaşeyê jî tê nûkirin
Ji bo şaneşîna temaşeyê jî Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê projeyek amade kir û proje ji aliyê Desteya Parastina Heyberên Çandî ya Diyarbekirê ve hate pejirandin.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di çarçoveya projeyê de dê şaneşîna temaşekirinê ya li aliyê jorî yê Sûlava Fîsqeyayê nû bike.
