Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Tîma Atletîzma Şaredariyê bû 2yemîna Tirkiyê

Tîma Atletîzmê ya Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin, di Fînala Şampiyonaya Tirkiyeyê a Klûbên Atletîzmê ku li Edenê birêve çû, bû 2yemîn.

Tîma Atletîzmê di bin banê Serokatiya Daîreya Ciwanan û Sporê Klûba Belediyesporê ya Şaredariya Bajarê Mezin de xebatên xwe dimeşîne û di Fêrgehên Sporê yên bêpere de hatiye kevşkirin, di Fînala Şampiyonaya Tirkiyeyê ya Klûbên Atletîzmê de ku li Edenê de serkeftin bi dest xist.

Tîma Atletîzmê ya Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin, di Fînala Şampiyonaya Tirkiyeyê a Klûbên Atletîzmê ku li Edenê birêve çû, lîstikek baş nîşan da.

Di encama pêşbirkan de Tîma Atletîzmê ya Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin, ji nav 22 tîman di beşa U14 a mêran de pileya duyemîn bi dest xist.

Rahêneran sporbazên xwe pîroz kirin, tîma Diyarbekirê dê tevî kupeya asta duyemîn vegere bajêr.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan