Tîma Atletîzmê beşdarî pêşbirkên li Mêrdînê dibe
Tîma Atletîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin, beşdarî Qonaxa 2yan a Lîga Kros a Herêmî dibe, pêşbirk 4’ê berfanbarê li Mêrdînê birêve diçe.
Tîma Atletîzmê ya di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, beşdarî Qonaxa 2yan a Lîga Kros a Herêmî dibe, pêşbirk 4’ê berfanbarê li Mêrdînê tê lidarxistin. .
Berî pêşbirkan Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, bi Desteya Rêveber a klûbê û sporgerên wê re firavînek xwar.
Di firavînê de sporger ji bo pêşbirkê hatin motîvekirin û der barê pêşbirkê de axaftin hatin kirin.
