Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredaran mazûvaniya Sekreterê Giştî yê UCLG-MEWAyê Duman kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Sekreterê Giştî yê UCLG-MEWAyê Mehmet Duman pêşwazî kir. Sekreterê Giştî yê Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyayê (UCLG-MEWA) ya Bajarên Yekbûyî û Rêveberiyên Xwecihî Mehmet Duman û Endamê Lijneya Rêveberiyê Emîn Canacankat

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Sekreterê Giştî yê UCLG-MEWAyê Mehmet Duman pêşwazî kir.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyayê (UCLG-MEWA) ya Bajarên Yekbûyî û Rêveberiyên Xwecihî Mehmet Duman û Endamê Lijneya Rêveberiyê Emîn Canacankatan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir.

Sekreterê Giştî Mehmet Duman û endamê lijneyê Emîn Canacankatan ên ku ji bo beşdarî Civîna Hevbeş a Lijneya Rêveber û Meclîsê ya UCLG-MEWAyê bibin hatin bajêr, bi Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun re hevdîtinek pêk anîn.

Duman piştî hevdîtinê plaketên UCLG-MEWA diyarî Hevşaredar Bucak û Hatun kirin.

Di civînê de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, endamên Meclîsa Daîmî Demet Ceylan û Abdusselam Înceoren jî bi Hevşaredaran re amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan