Walî Karaloglu, em ê bi cotyarên xwe re bin
Walî Karaloglu:
“Tenê bila cotyarên me zeviyên xwe bernedin. Tenê bila xudanên pez û dewaran kerî û garanên xwe bernedin. Wek dewlet û Şaredariya Bajarê Mezin çi ji destê me were em bi derfetên xwe her tim li cem cotyarên xwe bûne û em ê her dem bi wan re bin.”
Walî Munîr Karaloglu, beşdarî bernameya Şaredariya Bajarê Mezin a belavkirina makîne û kelûpelên ji bo cotyaran li 17 navçeyan, bû.
Bername li Gerînendetiya Neqilkirina Makîneyan a Şaredariya Bajarê Mezin hate lidarxistin, Karaloglu di bernameyê de bal kişand ku Diyarbekir li Mezopotamyaya jorîn sertaca kevana zêrîn e, ji destpêka dîroka mirovahiyê vir ve ye vê erdê zikê mirovan têr kiriye, ev bajarekî bi ber û bereket e.
Karaloglu diyar kir ku Diyarbekir di warê çandinî û heywandariyê de yek ji navçeyên herî giring ên vî welatî ye û got ku Şaredariya Bajarê Mezin li rex xizmetguzariya klasik a şarevaniyê xizmetguzariyê di warê çandinî û cotyaran de jî dike û piştgiriya kerta çandiniyê dike.
Di axaftina xwe de Walî Karaloglu, behsa xizmetguzariya ku Şaredariya Bajarê Mezin ji bo destekkirina karûbarên çandinî û heywandariyê kir û got ku, ew her dem piştgiriya cotyar û xudanan pez û dewaran dikin û ew ê her vê piştgiriya xwe bidomînin.
