Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu: Em ê rêyên gelek gundan nû bikin

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, xebatên Şaredariya Bajarê Mezin ên li ser rêya gundên Erganî û Peyasê dimeşîne seh kir.

Serokatiya Daîreya Rê Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, bi armanca sala 2021’ê hezar û 200 kîlometir rê asfalt bike zend û bendên xwe şidandine û ji navçeya Pasûrê bigire heta Çangûşê li 11 deveran bi hemû leza xwe xebatan dimeşîne.

Nêzî 10 hezar welatî dê sûdê jê werbigirin

Ekîban, li rêya gundên Baykara, Keklîk, Tîlkîlîk û Xanê xebata nûkirinê dimeşîne û tê çaverêkirin 10 hezar kes ji vê rê sûdê werbigire.

Walî Karaloglu, xebata çaksaziya ser rêyan a li navçeya Peyas û Erxeniyê seh kir.

Karaloglu der barê xebatê de agahî ji rayedaran wergirt û weha got:

“Me dest bi asfaltkirina rêya 12 gund û gundikên bi ser navçeyên Peyas û Erxenî kir. Ev rê 12,3 km dirêj e û 10 hezar welatî dê ji vê rêyê sûdê werbigirin. Em ê bêyî ku dest ji kalîteyê berdin înşeleh demeke kin vê rê çêkin. Îsal em ê hezar û 200 kîlometir rêya gundan asfalt bikin. Li 17 navçeyan tora me ya rê bi giştî 6 hezar kîlometir e. Bi vî awayî em ji pêncî yeka rêyên gundan nû dikin. Înşelleh heke em bi vê lezê bidomin heta 3-4 salan em rêya gundan tevê qîr bikin.”

Karaloglu, piştî çavdariyên xebatê bi muxtarên gundan re wêneyek girt.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan