Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu, serdana Kuçeya Hunerê kir

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, ji bo Kuçeya Hunerê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate nûkirin serdanek pêk anî.

Walî Karaloglu, serdana Kuçeya Hunerê kir, ku ev kuçe li navçeya Yenîşehrê ye û ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve xebata wê ya binesaziyê hatiye kirin. Walî Karaloglu, di serdanê de bi esnafên kuçeyê û şêniyan re rûnişt.

Bi welatiyan re sohbeta tevî çayê

Karaloglu, serdana xwe ya bo Kuçeya Hunerê êvarî pêk anî û di serdanê de bi welatiyan re çay vexwar, sohbet kir.

Dema serdana Karaloglu, ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî ve li Kuçeya Hunerê bernameya ‘Li Kuçeyê Huner’ hate lidarxistin û tê de stranên Kurdî û Behra Reş hatin gotin. Walî li bernameyê temaşe kir.

Karaloglu di serdanê de lîstok diyarî zarokan kirin, di axaftina xwe de got, “Hûn ê li vê kuçeyê bernameyên çand û hunerî, muzîk û helkeftên ku reng û dengê Diyarbekirê nîşan didin bibînin. Gava hûn li vê kuçeyê ji xwe re diğerin ji nişka ve dê helkeftek derkeve pêşberî we.”

Di serdana Karaloglu de, ligel wî Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan jî amade bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan