Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu, serdana tirba Sultan Sasa kir

Walî Munîr Karaloglu, di arefeya Eyda Qurbanê de serdana tirba Sultan Sasa kir ku tê gotin Sasa, waliyê misilman ê pêşîkê yê bajarê Diyarbekir bûye.

Piştî ku artêşên Îslamê di sala 639’ê de bajarê Diyarbekirê distînin Hezretî Omer piştî standina bajêr Sultan Sasa wel waliyê bajêr wezîfedar dike, Walî Karaloglu, serdana tirba sembolî ya Sasa da.

Karaloglu, li ser tirba sembolik a sehabeyê kîram dua kirin, di daxuyaniya xwe de weha got: “Bila Eyda we ya Qurbanê bimbarek be. Me serdana tirba waliyê misliman ên pêşîkê, ji ehlê sehabeyê kîram Sultan Sasa da û me li mizgefta wî dua kirin. Bila ruhê sehabeyên me yên ku Diyarbekir bi îslama pîroz şa kirin, şad be. Eyd û erafata we bimbarek be.”

Tirba Sultan Sasa

Sultan Sasa bîn Sehwan E Ebdî, di nav artêşa îslamê de beşdarî fetha Diyarbekirê dibe û di cengê de birîndar dibe, ji aliye Hezretî Omer ve wek walîyê bajêr tê ragihandin û piştî fethê bi 6 mehan şehîd dibe.

Gora Sultan Sasa, di hezîreya Mizgefta Hz. Sasa ku li ser Cadeya Gazî ya navçeya Sûrê ye û di sala 1926’ê de ji aliyê Hesen Paşa Xan ve hatiye çêkirin, sala 1926’ê Şaredariyê cadeya Gazî fireh kiriye û ji ber vê jî mezel ji cihê xwe hatiye derxistin û li Rizvan Axa hatiye binaxkirin.

Li şûnê vê mizgeftê, bi projeya dîroka 24.02.2007 û bi qanûna hejmar 377 a parastina Heyberên Çandî şûna wê mizgeft û tirbeyeke sembolîk a darîn hatine çêkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan