Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xebatên darêtina asfaltê berdewam e

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta hatûçûna nav bajêr xweştir bibe û barê trafîkê siviktir bibe xebatên xwe li ser Cadeya Siwêregê ya kevin didomîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi sezona 2021’ê re dest bi xebatên çaksazî û nûkirina rê û rêbaran kir, li deverên nûnişîn ên bajêr rêyên nû vekirin û rêyên gihanekan jî di navberê de çêkirin.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, li ser Cadeya Kevin a Siwêregê ku gelek giring e çimkî rêya nav bajar û balefirgehê digihîne hev, kort û çalên bi demê re vebûne dagirtin, ji bo di siberojê de ev rê xirab nebe dest bi xebata tekûzkirina binesaziya wê kir.

Ekîban, li ser 2300 metira vê rê ji Çatrêka Avşîn heta bi Çatrêka Avzem xebatên dagirtina kortalan bi encam kirin û qismekî mezin ê binesaziya wê tekûz kir û li van deran dest bi darêtina asfalta germ hate kirin.

Piştî ku DÎSKÎ, xetên ava baranan li cadeya Kevin a Siwêregê bi cih bikin, cade ji Çatrêka Aram Tîgran heta bi Çatrêka Avşîn ku 3,5 kîlometir digire, dê qîr bike.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, piştî xebata asfaltkirinê dê xebata refûj û peyarêkan li ser Cadeya Kevin a Siwêregê bimeşîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan