Xebatên hawirçakiya Gêlê berdewam e
Şaredariya Bajarê Mezin, li xebatên hawirçakiya li ser projeya ku Keleha Asûran û Gorên Pêxemberan digihîne hev, berdewam e.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şûnwarên dîrokî û çandî yên bajêr nû bike û bide ber xizmeta kerta turîzmê projeyên xwe yên cur bi cur bi pêş dixe.
Serokatîya Daîreya Park û Baxçeyan, li navçeya Gêlê ku destînasyona Diyarbekir a baweriyê ye, rêbarekê çêdike ku di navbera Gorên Pêxemberan, Keleha Asûran û Gorên Şahînşahan de hatûçûn hêsantir bibe.
Ji sedî 65’ê xebatê bi dawî bûye
Ji bo turîstên biyanî û xwecihî xweştir karibin serdana vê herêmê bikin, din av qadeke 5 hezar metrekareyî de rêbareke 1,8 kîlometir dirêj çêdike, zemîna vê rêya peyakan ji dep û derazingan e. Hêjayî gotinê ye ku ji sedî 65’ê vê rêkê hatiye çêkirin.
Tê çaverêkirin ku ev rê din ava 45 rojan de amade bibe û bikeve ber xizmeta geştyaran.
