Xwarinên Diyarbekirê dê li ser Birca Keçikê bên firotin
Şaredariya Bajarê Mezin, li Birca Keçikê, dê ji bo jinên kedkar derfetê çêke da ku xwarinên xwe yên herêmî ji bo turistên xweyanî û biyanî raber bikin.
Serokatiya Xizmetên Jinan û Malbatê, ji bo jin têkilî jiyana civakî bibin û derfetên debarê ji wan re çêbibin di gelek waran de xizmetguzariyê bi pêş dixe.
Şaredariya Bajarê Mezin, li Birca Keçikê ku xebatên wê yên restorekirinê bi encam kirin û ew ji bo dikeke çand û hunerê amade kir, niha ji bo jin xwarinên xwe yên herêmî li wir ji bo turîstên xwecihî û biyanî raber bike xebat da destpêkirin. 30 jinên di warê patina xwarina herêmî de xwedî belge dê xwarinên xwe li standên ser Birca Keçikê pêşkêşî mêvanan bikin. Bi vê projeyê re ev jin dê tevkariyê li debara malbata xwe bikin.
Perwerdeya xwarinên herêmî dest pê kir
Serokatiya Xizmetên Jinan û Malbatê, ji bo jinên xwarinên herêmî bipêjin destnîşan bikin, perwerde da destpêkirin, ji bo vê bi nûnerên saziyên civaka sîvîl ên pêwendîdar re, li Loqala Xaniman û Navenda Sporê ya li Koşuyoluyê bernameya agahdarkirinê pêk anî.
100 jin dê bo perwerdeya xwarinên Diyarbekirê bên hilgirtin
Serokatiya Xizmetên Jinan û Malbatê, dê 100 jinan ji bo perwerdeya xwarinên Diyarbekirê yên tescîlkirî werbigire.
Di serê pêşîn dê rê bidin jinên 18-30 salî yên ku berê perwerdeya hunerên mutbexê wergirtiye, di perwerdeyê de dê der barê xwarinên herêmê de agahî bêne dayîn.
Şaredariya Bajarê Mezin, di encama perwerdeyê de ji bo 30 jinên fêrî lênana xwarinên Diyarbekirê bûne, dê li Birca Keçikê cihî terxan bike da ku xwarinên xwe lê bifiroşin.
