Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xwarinên xwecihî dê ji bo jinan bibin kana jiyarê

Di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de li Birca Keçikê, ji boneya xwarinên herêmê bi turîstên xwecihî û biyanî bidin nasandin perwerdeya gastronomî bo jinan hatibû destpêkirin, sertîfîkayên beşdaran hatin dayîn.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hevkariya Gerînendetiya Çandê û Turîzmê û Serokatiya Kargêriya Geşedanê ya Herêma GAP’ê di çarçoveya “Projeya Bikaranîna Bikêr a Birca Keçikê” xebatên ji bo îstîhdamkirina jinan dimeşîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, li Birca Keçikê berê xebatên hawirçakiyê meşandin û wê derê ji bo xebatên çand û hunerê terxan kir, paşê li ser bircan perwerdeya gastronomiyê ku pêşkêşî turistin xweyanî û biyanî bikin ji bo jinan da destpêkirin û ev qura perwerdeyê bi encam hat.

Merasîma sertîfîkadanê li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç hate lidarxistin û 100 jinan sertifikaya bi tescîl ya pahtina xwarinên Diyarbekirê wergirt. Hilbijartin ji aliyê jurîyeke serbixwe ve hate kirin û di encamê de 4 beşdaran dezgeha firotina xwarinan qezenc kir.

Seroka Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê Ayşe Handan Eker, diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin ji bo jin xurt bibin û baweriya wan bi wan û keda wan zêdetir bibe, di her warî de xizmetê dimeşîne.

Ji ber keda kursiyeran Eker spasiya wan kir û weha axivî:

“Em her demekê li ba we ne. Heta ji destê me tê em dixwazin vê civakê xurttir bikin û ji bo siberojê hê jiyaneke xweş bijîn em ê tim bi we re bin. Vê xebatê çanda me ji duh anî û dê bigihîne siberojê. Vê asoyeke nû li ber me vekir. Ji bo siberojeke baştir, jinên şa, aram û saxlem lazim in.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan