Zarokan Mewlana bi bîr anî
Zarokên 4-6 salî yên di krêşên bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de perwerde dibin bi boneya “Şeva Arûs” Mewlana yad kir.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi boneya 748emîn salvegera koça dawîn a Mewlana Celaledînê Rûmî bîranînek li dar xist.
Zarokên 4-6 salîn yên di krêşê bin banê Gerînendetiya Zarokan de perwerde dibin, di şeva bîranîna Mewlana de hatin cem hev.
Di bernameya yadkirinê de zarokan 7 şîretên binavûdeng ên Mewlana bi beşdaran re parve kirin.
Bernameya yadkirinê, bi semagêrana zarokan bi dawî hat.
