Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Fabrîkaya Nanê Gel dest bi hilberînê kir; nanên pêşîn bêpere li welatiyan hatin belavkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di Projeya Nanê Gel de ku bi feraseta şaredariya civakî xistiye meriyetê, qonaxeke giring temam kir. Digel kûskên (bûfeyên) Nanê Gel ku li seranserê bajêr sazkirina wan berdewam dike, li Fabrîkaya Nanê Gel a ku dest bi hilberînê kiriye, ceribandinên teknîkî û yên hilberînê bi serkeftî bi dawî bûn. Piştî temambûna pêvajoya ceribandinê, nanên pêşîn ên hatin pehtin gihandin welatiyan.

30 hezar nan bêpere hatin belavkirin

Piştî ceribandinên hilberînê yên ku li Fabrîkaya Nanê Gel bi hesasî hatin meşandin, nanên pêşîn ên hatin amadekirin, seranserî hefteyekê li nuqteyên diyarkirî yên belavkirinê —bi taybetî li Çarşiya Baglar Dortyol, Deriyê Çiyê, Seyrantepe, Nînova, Kolana Sakaryayê û Huzurevleriyê— bi awayekî bêpere digihîjin welatiyan. Di nava hefteyekê de 30 hezar nan li welatiyan hat belavkirin.

Nan dê bi bihayekî guncaw pêşkêşî gel bibe

Berhemên Nanê Gel ku ceribandinên wan ên teknîkî bi serkeftî temam bûne û tamkirina wan a pêşîn ji aliyê welatiyan ve hat kirin, piştî vekirina fermî ku dê di rojên pêş de pêk were, li hemû kûskên Nanê Gel ên li seranserê bajêr bi bihayekî guncaa û bê navber dê bikevin ber xizmeta gel.

Di qonaxa pêşîn de rojane dê 40 hezar nan bê pehtin

Di çarçoveya projeyê de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Fenê ya Şaredariya Bajarê Mezin ve tê meşandin, Fabrîkaya Nanê Gel ku li ser qadeke girtî ya 4 hezar û 500 metrekareyan hatiye avakirin, bi awayekî wisa hatiye sêwirandin ku bi parkeke makîneyan a tam otomatîk û teknolojiya herî dawî xizmetê bide. Di tesîsa modern de ku standardên paqijiyê (hîjyenê) di asta herî bilind de tên girtin, di qonaxa pêşîn de rojane dê 40 hezar nan bê hilberandin. Di pêvajoya pêş de jî kapasîteya hilberînê dê rojane derxînin 100 hezar nanî.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan