Dîrok
Pêşveçûna dîrokî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji damezrandina wê heta roja îro.
Dîroka Amedê (Diyarbekir)
Amed a ku li beşa navîn a Herêma Anadola Başûrê Rojhilat cih digire, di dirêjahiya dîrokê de ji aliyê girîngiya xwe ya jeopolîtîk ve; ji serdemên pêşîn û vir ve xwedî pêgeheke wisa ye ku Deryaya Navîn bi Kendava Besrayê û Deryaya Reş jî bi Mezopotamyayê ve girê dide. Ji ber ku Amed rêyeke derbasbûnê ya xwezayî ye, di her serdemê de balkêşiya xwe zêde kiriye û bûye bajarekî ku şaristanîyê şopên xwe lê hiştine. Ew bajarekî wisa ye ku jimarek zêde çandên ji kûrahiya dîrokê tên, li vir hembêza xwe vekirine.
Ev bajarê ku di dirêjahiya dîrokê de navên wekî Amîda, Amîdî, Amîd, Qera-Amîd, Diyar-Bekr, Diyarbekir û Diyarbakir girtine; li beşa navîn a herêma Anadola Başûrê Rojhilat, li herêma ku jê re El-Cezîre (Cizîr) tê gotin û di dilê Hîlala Bi Bereket de cih digire.
Dîroka dûvedirêj a Amedê digihîje 12.000 sal berê. Di encama xebatên arkeolojîk de ku salên dawî de li navçeya Bismilê hatine kirin, xuya bûye ku di navbera salên b.z. (beriya zayînê) 10.400-9250’î de li “Qotê Berçem” jiyana niştecihî dest pê kiriye. Girê Berçem ê li nêzî Erxenî ku mînaka herî xweş a civakên gundên cotkar ên herî kevn ên Anadoluyê nîşan dide, bi dîroka xwe ya ku xwe dispêre 10.000 sal berê, ne tenê ronahiyê dide dîroka herêma me, her wiha ronahiyê dide dîroka şaristaniya cîhanê jî. Tê zanîn ku di serdema Paleolîtîk û Mezolîtîk de jî di şikeftên Amed û derdora wê de jiyan hebûye. Li Şikeftên Hesûnî yên nêzî Farqînê û li Şikeftên Hîlarê yên nêzî Erxenî bermayiyên ji vê serdemê mane hatine tespîtkirin.
Bi serdestbûna Hûriyan re ku şopên wan di salên b.z. 3000’î de li navenda bajêr tê dîtin, hewldanên ji bo girtina herêmê wekî welat dest pê kirine. Paşê, bajar bûye warê gelek şaristaniyan wekî Mîtanî, Ebasî, Merwanî, Selçûkiyên Mezin, Înaloxûllari, Nîsanoxûllari, Artuqî, Eyûbî, Selçûkiyên Anadoluyê, Akqoyunlu û Osmanî. Amed, bi taybetmendiyên mekanî û mîmarî yên şaristaniyan, mîraseke çandî û dîrokî ya bêhempa hildigire.
Sûrên Diyabekirê yên ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO’yê de ne, di serê berhemên bêhejmar ên bajêr de tên. Sûr bi şêweyê xwe yê ku ji jor de dişibe masîgerdenê, bajêr bi temamî dorpêç kiriye û ji du beşan pêk tê: Kela Hundir û Kela Derve. Sûrên Amedê ji aliyê kevnarî û bilindbûnê ve di nav kelên cîhanê de di rêza yekem de cih digirin. Kela Diyabekirê ku hema bêje hemû beşên wê gihîştine roja me û şopên gelek şaristaniyan hildigire, li ber zemanî radibe û nêzî pênc hezar sal in li ser pêyan e. Sûr bi stûriya xwe ya 3-5 metreyan û bilindbûna xwe ya 11-12 metreyan xwedî heybeteke wisa ye ku hêjayî dîtinê ye. Sûrên Amedê yên bi dirêjahiya 5.500 metreyan, bi 82 bircan hatine xemlandin û wekî gerdeniyekê li stûyê bajêr hatine pêçan. Sûran şopên beriya zayînê û piştî zayînê di 63 kîtabeyên cihê û di fîgurên bêhejmar de parastine û mîna muzexaneya nivîsk û fîgurên hilandî ye.
Bajar bi nasnameya xwe ya çandî; ne tenê ya Tirkiyeyê, wekî yek ji bajarên herî girîng ên tevahiya cîhanê jî tê hesibandin. Bajar bi potansiyela xwe ya dîrokî mîna Muzexaneyeke Berbiçav (Muzeya Vekirî) ye. Bajarê ku dergûşiya gelek şaristaniyan kiriye, bûye şahidê serdema xwe û şopên her şaristaniya ku hatiye vir dihewîne.
Dîroka Şaredariyê
Li Împaratoriya Osmanî, yekemîn teşkîlatên şaredariyê piştî Şerê Qirimê di sala 1853’an de bi navê "Şehremanetî" hatin avakirin. Şehremanetiya Amedê (Diyarbekir Şehremanetî) jî di sala 1865’an de hate avakirin. Demeke dirêj bajar bi destê van şehremanetiyan hatin birêvebirin.
Di salnameya Diyarbekirê ya sala 1882’an de Şehremînê (Şaredarê) Amedê Ebdullatîf Efendî ye, alîkarê wî jî Osîb Efendiyê Ermenî ye. Di heman serdemê de Karabêt û Migirdiç Efendî endamên meclîsa şaredariyê ne, Dr. Bedros Efendî jî serbijîşkê şaredariyê ye.
Di salên 1880’yî de, ku di metnên cihê de jî tê behskirin, tê diyarkirin ku aliyê rojhilat û rojava yê Surîçîya Diyabekira kevn ji aliyê du Şehremînên cihê ve dihat birêvebirin; alîkarê Şehremînê Misilman Xiristiyan bû, alîkarê Şehremînê Xiristiyan jî Misilman bû.
Di sala 1922’yan de ji aliyê Hikûmeta Enqereyê ve qanûna jimar 278 "Devairi Belediye Rüesa’sının Sureti İntihabına Dair Kanun" (Qanûn li ser Şêwaza Hilbijartina Serokên Şaredariyan) hate derxistin. Li gorî çarçoveya vê qanûnê, li hemû cihên rûniştinê yên din û di nav de li Amedê jî şaredariyên rejîma Komarê hatin avakirin.
Li Tirkiyeyê yekemîn Şaredariyên Bajarên Mezin di sala 1984’an de li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hatin avakirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Diyabekirê jî di sala 1993’yan de hate avakirin.
Bi guherîna navê Diyarbekirê (wekî ku tê zanîn navê Diyarbekirê di sala 1937’an de bi fermana Mustafa Kemal û bi biryara meclîsa şaredariyê bûye Diyarbakır) piştî sala 1922’yan ji "Şehremanetî"yê ber bi "Şaredariyê" ve, serokên şaredariyê wiha ne:
Müftüzade Mantinci Hüseyin Efendi (1922-25)
Şeref Uluğ (Wekîl)
Nazım Önen (Du serdem)
Adil Tigrel (1935-40)
Abdülkadir Cizrelioğlu (1940)
Vehbi Dabakoğlu (Wekîl)
M. Nuri Onur (1950-57)
Sezayi Demiray (Wekîl)
İhsan Koçak
Namık Kemal Şentürk (Walî û Serok)
Felat Cemiloğlu (Wekîl)
Nejat Cemiloğlu (1963-1973)
Okay Kalfagil (1973-77)
Mehdi Zana (1977-80)
Albay Feyyaz Üzümcü (Wekîl - 12ê Îlona 1980) (1980-81)
Alîkarê Walî Muhsin Akar (Wekîl) (1981-84)
Nurettin Dilek (1984-87)
Mehmet Baydur (Pêşî wekîl, paşê bi tayînkirinê) (1987-89)
Turgut Atalay (1989-94)
Ahmet Bilgin (1994-99)
Feridun Çelik (1999-2004)
Osman Baydemir (2004-2014)
Gultan Kışanak - Fırat Anlı (2014-2016)
Cumali Atilla (Wekîl) (2016 - 2019)
Adnan Selçuk Mızraklı (2019)
Hasan Basri Güzeloğlu (Wekîl) (2019-2020)
Münir Karaloğlu (Wekîl) (2020-05.2022)
Ali İhsan Su (Wekîl) (05.2022-08.04.2024)
Serra BUCAK - Doğan HATUN (08.04.2024-...)
Şaredariya Amedê, bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de ya Jimar 504 re di rûpela Rojnameya Fermî ya weşandî ya di dîroka 28.12.1993'yan de, derbasî statuya Şeredariya Bajarê Mezin a Amedê bû. Rûbera bajêr ku di navbera salên 1994-2004’an de 26 hezar hektar bû, bi Zagona Jimar 5216 a ku di sala 2004’an de ket meriyetê re berfireh bû. Bi zagona jimar 6360 ya di dîroka 12.11.2012'yan de, qada xizmetê êdî sînorên mulkî yên parêzgehê (wîlayetê) bi xwe ye.
