Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.

Mîsyon û Vîzyon

Mîsyon, vîzyon û nirxên bingehîn ên şaredariyê.

Mîsyona Me

Di çarçoveya prensîbên nûjen, beşdar û civakparêz de; pêkanîna pergaleke birêvebiriya xwecihî ya ekolojîk, pirzimanî, pirçandî û azadîxwaziya jinan ku hewcedarî û daxwazên resen ên hemû welatiyên bajêr li ber çavan digire.

Vîzyona Me

Bi xwezaya xwe, dîrok, dewlemendiya çandî û avahiya xwe ya pirzimanî; Amedeke ku her kes tê de bi wekhevî, azadî, ewlehî û di nav aştiyê de dijî, qelîteya jiyana wê bilind e, gihîştbar û domdar e.

Prensîb û Nirxên Me yên Bingehîn

· Nûnertiya wekhev û bihêzkirina demokrasiya herêmî/cihkî

· Têgihîştineke birêvebiriyê ya ku wekheviya zayendiya civakî esas digire

· Şaredariyeke beşdar, civakparêz û dostegel (gel-navend)

· Duristî, şefafiyet û berpirsyarî (hesabdayîn)

· Bikaranîna çavkaniyan a bi bandor, bikêrhatî û adilane

· Pirzimanî, pirçandî û rêzgirtina ji nasnameyên cuda re

· Nêziktêdayîna ekolojîk û parastina xwezayê

· Parastina mîrateya dîrokî, çandî û civakî

· Avakirina jiyaneke bajêr a gihîştbar, berfireh û ewledar

· Bikaranîna zanist û teknolojiyê ji bo bilindkirina qelîteya xizmetguzariyê

· Nêziktêdayîneke çareserî-navend, germ û rûken di têkiliyên bi gel re

· Nûjenî, fêrbûna saziyî ya domdar û geşepêdan

· Ji bo berjewendiya giştî biryardariya saziyî

· Hilberandina xizmetên berfireh ji bo jin, zarok, ciwan, astengdar, kal û pîr û beşên dezavantaj ketiye

· Pêşxistina hişmendiyeke şaredariyê ya pêşîlêgir û berxwedêr li dijî karesatan, krîza avhewayê û rîskên bajêr

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan