Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak projeyên hilberîna ekolojîk û çandiniyê li cihê wan vekolandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku li seranserê bajar çandiniya domdar bikişîne pêş, hilberîna ekolojîk belav bike û sepandinên dostên xweşiyê pêş bixe xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, serdana projeyên ku di qadên hilberîn, perwerde û bîstanê bajar de hatine pê kir.

Di bernameya qadê de Hevdevka Meclisa DBBê Demet Ceylan û Alîkarên Sekreterê Giştî Zerîn Turk û Azîz Ozdogan li gel Hevşaredar Bucak bûn. Hevşaredar Bucak, derbarê rewşa heyî ya xebatên ku li qadên serdanê tên kirin, pêvajoyên hilberînê û plansaziyên ji bo pêşvebirina projeyan de ji ekîbên teknîkî agahî girtin.

Pêvajoyên hilberîna riwekên bijîşkî û bêhnxweş hatin vekolandin

Rawestgeha yekem a bernameya qadê, Tesîsa Hilberîn û Çêkirina Riwekên Bijîşkî û Bêhnxweş bû ku li navçeya Peyasê di ser qada 14 hezar metreçargoşeyî de hatî avakirin. Hevşaredar Bucak li qada tesîsê geriya û qonaxên çandin, lênêrîn, çilûsîn û çêkirina riwekên bijîşkî û bêhnxweş li cihê wan vekolandin. Hevşaredar Bucak, derbarê kapasîteya hilberînê ya tesîsê û xebatên ku tên kirin de ji ekîbên teknîkî agahî girtin. Dema ku pêvajoyên ji hilberînê heta çêkirina 14 cureyên cûda yên riwekên bijîşkî û bêhnxweş ku di tesîsê de tên xwedîkirin hatin nirxandin, tiştên ku dikarin ji bo pêşvebirina xebatan û çalaktir kirina hilberînê bêne kirin hatin gotûbêjkirin.

Kapasîteya Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê hat nirxandin

Rawestgeha duyem a bernameyê Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê bû. Hevşaredar Bucak xebatên di nav dibistanê de tên kirin vekolandin û ji ekîba teknîkî agahiyên berfireh di barê projeyê de girtin. Kapasîteya heyî ya dibistanê ku armanc dike li dijî krîza avhewayê hişmendiya çandiniya dostê xweşiyê pêş bixe û rêbazên hilberîna ekolojîk belav bike hat nirxandin. Di hevdîtinan de li ser gavên ku dikarin bêne avêtin bi armanca zêdekirina kapasîteya Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê, mezin kirina projeyê û gihandina xebatên ku tên kirin bo girseyên berfirehtir hat rawestandin.

Xebatên ku di bîstanên bajar de tên kirin hatin vekolandin

Rawestgeha dawî ya bernameya qadê jî wargeha Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewar e ku li taxa Talaytepeyê ya navçeya Peyasê ye. Hevşaredar Bucak li bîstanên bajar ên ku di nav wargehê de hatine avakirin geriya û çalakiyên çandiniyê yên di qadên hilberînê de hatin kirin vekolandin. Hevşaredar Bucak ji ekîbên teknîkî derbarê pêvajoyên hilberînê yên di bîstanên bajar de agahî girtin, rewşa heyî ya xebatên ku bi rêbazên ekolojîk tên kirin û plansaziyên ji bo pêşvebirina wan nirxandin.

Serdana Bîstanê Bajêr ê Komûna Jinan hat kirin

Hevşaredar Bucak, piştî bîstanên bajar serdana Bîstanê Bajêr ê Komûna Jinan jî kir ku bi armanca xuyakirina ked û xebata jinan, zêdekirina beşdarbûna jinan di pêvajoyên hilberînê de û xurtkirina piştevaniya civakî hatiye jiyanê. Hevşaredar Bucak li qadên hilberînê yên di bîstan de geriya, di barê pêvajoyên hilberîna hevpar a jinan û çalakiyên çandiniyê yên ku tên kirin de agahî girtin. Di serdanê de di barê xurtkirina xebatên ku dihêlin jin di hilberînê de bêtir cî bigirin û belavkirina bîstanên bajar de nirxandin hatin kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan