Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Zarokan li şahiya werzişê ya li kolanê bi têra dilê xwe kêf kir

Şahiya Werzişê ya li Kolanê ku bi hevkariya Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzişê û Şaredariya Sûrê li Taxa Şemamê ya navçeya Sûrê hat lidarxistin, bi beşdariyeke zêde bi rê ve çû. Di çalakiyên ku tevahiya rojê berdewam kirî de, zarokan hem kêf kirin hem jî bi çalakiyên cuda derfet dîtin ku jêhatîbûnên xwe yên civakî pêş bixin. Malbatan jî bi parvekirina dilşadiya zarokên xwe, eleqeyeke mezin nîşanî şahiyê dan.

Çalakiyên rengîn hatin lidarxistin

Di çarçoveya şahiyê de zarok; beşdarî lîstikên zarokan ên kevneşopî, çalakiyên werzişî, boyaxkirina rûyan, guhdarîkirina muzîkê û gelek xebatên atolyeyan bûn. Di çalakiyên ku bi lîstik û werzişê re derbasbûyî de, zarokan hem wexteka xweş derbas kir hem jî ezmûna parvekirin, piştgirî û bi hev re hilberandinê jiyîn.

Şahî dê li taxên cuda berdewam bikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku gihîştina zarokan a bi çalakiyên çandî, hunerî, werzişî û civakî zêde bike, dê lidarxistina Şahiyên Werzişê ya li Kolanê li taxên cuda yên bajêr berdewam bike. Bi van çalakiyan tê armanckirin ku zarok di hawirdorên ewle, perwerdehî û kêfxweş de bên bal hev.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan