“1. Rojên SinemAnadolu Film” dest pê kir
“Rojên SinemAnadolu Film” ku cara pêşîn e ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tê lidarxistin, dest pê kir.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî bi hevkariya Komela Çand Huner û Sînemayê a Diyarbekirê “1. Rojên SinemAnadolu Film” li dar dixe, bi fîlma “Toz” ya Gozde Kural derket pêş sînemahezan.
Pêşandana fîlman li Salona Sînemayê a Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç bi beşdariyeke zêde ya sînemahezan hate pêkanîn.
Bernameya fîlman heta 27ê sibatê berdewam dike û piştî her fîlmê bi beşdariya derhêneran gotûbêjek tê lidarxistin.
