Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

1500 kesî ji “Lûtkeya Pêşketina Kesane” sûd wergirt

Şaredariya Bajarê Mezin “Lûtkeya Pêşketina Kesane” bi awayekî belaş li dar xist û 1500 kesî tê de beşdarî kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta tevkarî li plansaziya karîyerî ya ciwanan bike Lûtkeya Pêşketina Kesane ya Diyarbekirê” li dar xist.

Semîner ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ve hate birêvebirin û şênîyan beşdariyeke germ li vê semînerê kir.

Semîner 16’ê Kanûnê roja Yekşemê saet di navbera 10.00-15.00’ê de li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç birêveçû û 1500 kes tê de amade bûn.

Di semînerê de Pêşkêşvana TRT Haberê Tîjen Karaş, mijara “Zimanê Laşî û Dîksîyon”, Pêşkêşvanê TRT Sporê Erdogan Arikan “Axaftina Li Pêş Civakê û Hunerê Xîtabetê” û Nivîskar Mustafa Açikgoz “Hewlkarî” agahî dan beşdaran.

Piştî semînerê sertîfîka li beşdaran hatin belavkirin. Ev sertîfîka di qada navneteweyî de derbas dibin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan