Akademî Lîseyek li Pîranê hate vekirin
Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Pîranê bi mebesta di jiyana xwendinê de tevkariyê bi ciwanan re bike Akademî Lîse xist ber xizmetê.
Serokatiay Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, b mebesta tevkariyê bi xwendekarên navçeyê re bike û ji bo wan cihekî xweş bo xebitîna dersan çêke zend û bend badan.
Xwendekarên pola 12ê yên Pîranî ji bo xwe ji zanîngehê re amade bikin dê li Akademîya Lîseya 800 xwendekar hilgir, xwe ji bo ezmûnên YTY û AYTê bixebitin. Akademî Lîse destekê dide xwendekarên pola 9,10 û 11ê.
Ligel dersên sereke yên xwe ji bo zanîngehê amade dikin herweha Akademî Lîseya Pîranê, li vir ji bilî dersan bernameyên çandî û civakî jî bi mebesta şikandian stresê tên lidarxistin.
“Ji pirtûkxaneyê heta pola kompûtergeriyê”
Gulistan Tuna xwendekara Akademî Lîseyê ye, diyar kir ku ew li gund dijî li mala wê derfetên wê tune ne kul i dersên xwe bixebite.
Gulistan Tuna aşkere kir ku ew tê Akademî Lîseyê ji derfetên vir sûdê werdigire û weha axivî:
“Ez dixwazim bibim mamosteya pêş dibistanê. Lewra ez 5 rojan tême vir li dersên xwe dixebitim. Mamosteyên me ji bo em kêmasiyên xwe hel bikin alî me dikin. Li vir ji pirtûkxaneyê bigire heta pola kompûtergeriyê em ji her derfetê sûdê werdigirin. Ji ber ev der bêpere ye gelekî baş e.”
“Vê derê pir alî min kir”
Aysa Gul Atalay xwendekar e, diyar kir ku mifayê vê navendê gelek li wê bûye.
Atalay weha got, “Wexta ez pêşîn hatim vir dersên min pir qels bûn û tu bingeha min tunebû. Ez misêwa hatim vê derê û mamosteyan alî min kir, dersên min baş bûn. Ya rastî pir mifayê virê gihîşte min.”
Dicle Ulaş jî aşkere kir ku li navendê ew dikarin timî dersên xwe çêkin.
Ulaş, weha axivî:
“Piştî ez hatim vir baweriya min bi min zêde bû. Min dixwest bibim mamosteya pêşdibistanê lê niha min ev armanca xwe bilindtir kiriye.”
Hêlîn Kiliçoglu got ku dersên wê geleş baş in.
Kiliçoğlu, weha got:
“Li vir hewldana mirovan dibînî û bêhtir lê germ dibî. Mamoste dersên me li dibistanê nedîtine ji me re dibêjin. Em bi hev re pirsan çareser dikin. Em heval li hev kom dibin û têne vir û bi rêkûpêk dersa xwe çêdikin. Ji ber ev derfet ji bo me terxan kiriye em spasî li Şaredariya Bajarê Mezin û birêz walî dikin.”
