Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Berî cejnê şirînahî tên saxtîkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya meha rojî Remezanê kontrolên şidyayî li ser kargehên paste û şirînahiyên bajêr pêk anîn. Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta parastina tenduristiya gel û bo ku gel karibe xwe bigihîne xwerekê paij û pêbawer kontrolên xwe didomîne. Serokatiya Daîreya Karûbarên Tendu

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya meha rojî Remezanê kontrolên şidyayî li ser kargehên paste û şirînahiyên bajêr pêk anîn.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta parastina tenduristiya gel û bo ku gel karibe xwe bigihîne xwerekê paij û pêbawer kontrolên xwe didomîne.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, bi boneya rojî Remezanê û nêzikbûna cejnê, kontrol li ser kargehên şirînahiyê kirin.

Ekîban, li kargehên xwedî kêmasî hişyarî kirin û der barê kargehên derveyî rêziknameya firoşkariyê tevgeriyane jî ceza sepand.

Hişyarî bo welatiyan

Ekîbên kontrola xwerekê, welatî der barê firoşgehên ku berhemên goşt û şekira cejnê û şirînahiyê bi buhayê giran difiroşin de hişyar kirin.

Ekîban, bang li welatiyan kir ku van pêdiviyên xwe ji derên pêbawer bikirin, dema bikaranîna wan jî bila kontrol bikin.

Şaerdariya Bajarê Mezin, tevahiya meha Rojîyê û cejnê de li her 4 navçeyan bê navber dê kontrolên xwe bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan