Bernameyên Bihara Rojiyê berdewam in
Bernameyên Şaredariya Bajarê Mezin ên bi boneya meha rojî Remezanê tên lidarxistin, li meydana Mizgefta Qurşinî bi eleqeyeke zêde tên pêşwazîkirin. Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di çarçoveya “Bihara Rojiyê” de hunermend û komên hezkirî derdikeve pêşberî şêniyan. Bername li meydana Miz
Bernameyên Şaredariya Bajarê Mezin ên bi boneya meha rojî Remezanê tên lidarxistin, li meydana Mizgefta Qurşinî bi eleqeyeke zêde tên pêşwazîkirin.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di çarçoveya “Bihara Rojiyê” de hunermend û komên hezkirî derdikeve pêşberî şêniyan.
Bername li meydana Mizgefta Qurşinî têne lidarxistin welatî tevî malbata xwe tên pêş bernameyan, li ser çîmê rûdinin, sohbetê dikin û li kêfa xwe dinêrin.
Bername piştî nimêja terawihê dest pê dikin û di bernameya vê carê de qesîdebêj Yusuf Dîdar û Bayram Buyuloruç derketin pêş şêniyan û qesîdeyên xwe peşkeş kirin.
