Bo kursên hunerê yên havînê qeydan dest pê kirin
Şaredariya Bajarê Mezin, bi dirûşma “Bi Rexmê Havînê Dest Pê Dike Huner” di 16 beşan de kursên havînê yê hunerê vedike. Dema qeydan e. Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di 16 beşan de li Konservatuara Bajêr ji bo welatiyan kursên di biwarê dîtbarî, fonetik û rîtmîk de saz dike, ev kurs ji
Şaredariya Bajarê Mezin, bi dirûşma “Bi Rexmê Havînê Dest Pê Dike Huner” di 16 beşan de kursên havînê yê hunerê vedike. Dema qeydan e.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di 16 beşan de li Konservatuara Bajêr ji bo welatiyan kursên di biwarê dîtbarî, fonetik û rîtmîk de saz dike, ev kurs ji bo Serdema Havînê ye.
Kurs dê ji aliyê perwerdekarên pispor ve bêne dayîn, serlêdana kursan îro pê de dest pê dike, ji bo kursan dê hejmareke diyar bêne wergirtin û qeyd heta 23ê hezîranê berdewam dikin.
Kurs di 16 beşan de ne û ji bo qeydê hûn dikarin li ser malpera https://form.jotform.com/221591726489972 foruma serlêdanê dagirin û qeyda xwe bikin.
Piştî ku kesên beşdar bêne diyarkirin, dê 27ê hezîranê li Navenda Kongreyan û Çandê ya Sezaî Karakoç dê kurs dest pê bikin.
