Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Çalakiyên Hefteya Fethê dest pê kirin

Çalakiyên salvegera sala 1383ê ya Fetha Diyarbekirê bi vekirina Dîwarê Fethê yê li Qesra Cemîlpaşa dest pê kir Walî Su: “Diyarbekir ji dîrokê heta roja me her dem bûye navenda xwebînî, yekgirtin, tifaqê û her dem dê wisa jî bimîne” Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, di çarçoveya çalakiyên ku Şaredariy

Çalakiyên salvegera sala 1383ê ya Fetha Diyarbekirê bi vekirina Dîwarê Fethê yê li Qesra Cemîlpaşa dest pê kir

Walî Su:

“Diyarbekir ji dîrokê heta roja me her dem bûye navenda xwebînî, yekgirtin, tifaqê û her dem dê wisa jî bimîne”

Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, di çarçoveya çalakiyên ku Şaredariya Bajarê Mezin bi boneya 1383emîn salvegera Fetha Diyarbekirê de vekirina Dîwarê Fethê pêk anî.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî bi boneya Hefteya Fethê li Qesra Cemîlpaşa ji bo vekirina “Dîwarê Fethê” çalaki li dar xist. Pêşangeha ji aliyê Firat Erdogan û Gunay Erdogan ve hatiye lidarxistin neh berheman li xwe digire.

Walî Su, di bernameya vekirinê de axivî û diyar kir ku Diyarbekirê ji raborî heta îro malovanî jig elek şaristaniyan re kiriye.

Walî Su, bal kişand ser giringiya Hefteya Fethê û weha axivî:

“Berî niha 1383 salan serdema Îmam Omer bi serkêşiya fermandarên mîna Iyaz Bin Xanem, Xalid Bin Welîd artêşa îslamê Diyarbekirê distînin û ji vir deriyê hemû Anatolya vedikin. Lewra Fetha Diyarbekirê gelek giring e. Bi fethê re Diyarbekir bûye bajarê xweşbînî, çand û hunerê, yekgirtin û tifaqê û hê jî wisa ye. Diyarbekir ji dîrokê heta roja me her dem bûye navenda xwebînî, yekgirtin, tifaqê û her dem dê wisa jî bimîne.”

Hefteya Fethê bi çalakiyên cur bi cur birêve diçe

Walî Su, bi bîr xist ku Hefteya Fethê dê gelek çalakiyên cur bi cur bêne lidarxistin û got, ji konseran heta pêşangehan û Sempozyûma Sezaî Karakoç a Navneteweyî dê bêne lidarxistin.

Walî Su, axaftina xwe weha domand:

“Ji bo ruhê sehabîyên di Fethê de giyanê xwe bexşandine, di serî de ji bo Pêxemberê me û hemû kesên canê xwe dane em ê mewlûdê bixwînin û dua bikin.”

Walî Su aşkere kir ku ew ê 28ê Gulanê li ber Şikefta Eshabêr Kehf çalakiyên Hişyarî li dar bixin û weha axivî: “Ji bo ciwanên me dê bernameyên werzîşî hebin. Dê pisqêlet bên ajotin, judo bête kirin. Gelek çalakiyên cur bi cur dê bêne lidarxistin.”

“Em ê Diyarbekirê xweşiktir bikin”

Walî Su, amaje pê kir ku ji bo pêşketina bajêr ew ê bi her kesî re bi hemahengi bixebitin û weha got:

“Ji bo Diyarbekirê xweşiktir bikin û ji bo jiyaneke aramtir û baştir ji bo welatiyan dabîn bikin em ê hem wek Waliyê Diyarbekirê hem jî Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin, ligel saziyên civaka sîvîl û dam û dezgehên cemawerî bixebitin, em ê bi hev re Diyarbekirê xweşiktir bikin.”

Walî Su, her kes gazî Hefteya Fethê kir.

Piştî axaftina Walî Su û kesên pê re ji bo vekirina pêşangehê bi hev re qurdele birî. Walî Su, li pêşangehê geriya û agahî ji hunermendan wergirtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan