Depoya avê ya Sincika Erxenîyê kete dewrê
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), depoya avê ya li gundê Sincikê ya bi ser navçeya Erxenî xiste dewrê. Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, li gundên bi ser navçeyan ji bor o 24 saet bênavber av biherike û karibin avê ji kaniyan vexwin xebatan didomîne. Ekîban,
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), depoya avê ya li gundê Sincikê ya bi ser navçeya Erxenî xiste dewrê.
Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, li gundên bi ser navçeyan ji bor o 24 saet bênavber av biherike û karibin avê ji kaniyan vexwin xebatan didomîne.
Ekîban, depoya ku avê dide 275 xaneyên 1071 nifûsê li xwe digire û xwedî şiyana ragirtina 100 metrekup avê, çak kir û xiste ber xizmetê.
Di encama xebatên ekîban de, gundê Sincikê ku li beyarên navçeya Erxenî dikeve, êdî dê ro 24 saet kaniyên wan bi avê bixulxulin.
Şêniyên gundê Sincikê, ji ber vê xizmetguzariyê spasiya Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê û karmendên wê kir.
