Di Fuara EMITTê de xelat dan Şaredariyê
Şaredariya Bajarê Mezin, di Fuara Turîzm û Geştûguzarî ya EMITTê ku îsla bo cara 25ê tê lidarxist de xelata Stanta Herî Spehî wergirt.
Diyarbekir, di fuara EMITTê de hate nasandin, ev fuar li ser asta Tirkiyeyê asta yekê û ser asta cîhanê di asta 5ê de ye.
Beşdarî bi serperiştiya Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin hate organîzekirin û ligel wê Şaredariya Sûrê, Şaredariya Gêlê, Serokatiya Desteya Nûnerî ya Herêma Anatolyaya Başûrojhilat a TURSABê, Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê, Borsaya Bazirganî, Gerînendetiya Turîzm û Çandê ya Bajêr û kargehên geştûguzariyê tê de amade bûn.
Stanta Diyarbekirê di fuarê de eleqeyeke gelekî mezin dît, Wezîrê Turîzm û Geştûguzarîyê Mehmet Nurî Ersoy û Seroka Yekitiya Acenteyên Geştûguzarî ya Tirkiyeyê Fîruz Barbaros Baglikaya jî serdana stanta Diyarbekirê kir. Ersoy û Baglikaya di stantê de berhemên bajêr venêrtin.
Baştirîn xelata stantê
Fuar li Navenda Fuar û Kongreyan a TUTAPÊ li Stenbolê birêve çû, stanta stanta Diyarbekirê di fuarê de li ser 207 metreçargoşeyê hate danîn û bi dirûvê Birca Keçikê bû.
Stanta Diyarbekirê ji aliyê Rêveberiya Fuarê ve hêjayî xelata “Di Warê Destînasyonê De Stanta Herî Spehî ku Rengê Herêmê Dide” hate dîtin.
“Kerem ke”
Walî Munîr Karaloglu, bi daxuyaniyekê got, wan di Fuara Turîzm û Geştûguzariyê ya EMITTê de bajarê qedîm Diyarbekir bi aşpêjiya xwe ve, bi çand û dîroka xwe li hemû dinyayê daye naskirin û got, “Ji bo hûn serpêhatiya mirovahiyê a ser rûkala erdê bizanibin ez dibêjime we kerem kin werin Diyarbekirê.”
