Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

DÎSKîyê li Gêlê kelekvaniya bi petrolê rawestand

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), di çarçoveya “Plana Parastina Tejaneya Gola Bendava Dîjleyê” de dawî li kelekguhêziya bi sotemeniya fosîlî anî.

DÎSKÎ, di çarçoveya ““Plana Parastina Tejaneya Gola Bendava Dîjleyê” de bi akademîsyenên di warê xwe de pispor projeyek li wê qadê meşand.

Bi vê mebestê DÎSKÎ, ji bo rêlibergirtina risk û qirêjiya li gola bendava Dîjleyê dawî li kelekguhêziya bi ardûyê petrolê anî.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, Qeymaqamê Gêlê Îdris Arslan bi hev re ligel kelekvanên herêmê re hevdîtinek pêk anî.

Tutşî, diyar kir ku Bendava Dîjleyê, navenda Diyarbekirê, navçeyên Gêlê û Erganî tê de avê dide 1 milyon û 200 hezar kesî lewra jî parastina tenduristiya 1 milyon û 200 hezar kesî ji her tiştî girîngtir e û got ku bi vê mebestê wan kelekvaniya bi sotemeniya fosîlî (petrolê) rawestandiye.

“Em ê avê biparêzin turîzmê bi pêş bixin”

Tutşî bi bîr xist ku sînorên plansaziya parastina Bendava Dîjleyê ku ava bajêr û navçeyan jê dabîn dibe, ji aliyê Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Kêşhewayê ve hatiye destnîşankirin û got ku barê ser milê her kesî ye ku kaniyên avê biparêzin.

Tutşî, weha axivî:

“Gêlê, ji bo turîzmê cihekî gelek giring e. Gava em Gola Bendava Gêlê diparêzin ev nayê wê wateyê ku em ê turîzma vê navçeyê têk bidin. Berevajiyê bi parastina bendavê re em ê geştûguzariya vê navçeyê geştir bikin. Dê bête zanîn gava ava herimî herî bêhtir turist jê zirarê jê bibînin. Mirov, naçin serdana derên ava wê gemar be. Lewra jî plana me ya parastina avê turîzma Gêlê jî digire bin mîsogeriyê.”

Tutşî, diyar kir ku hindî diçe hejmara kelekan zêdetir, gewdeyê wan girtir û rêgehên wan firehtir dibin û got, heke kelekvan dê pêdagirî bi krîteran bin em ê destûrê bidinê ku kelekên xwe berdin ser golê.

“Em kelekên xwe bi ardûyê paqij biajon”

Tutşî axaftina xwe weha bi dawî kir:

“Divê li ser ava vexwarinê karê kelekvaniyê neyê kirin. Tenê li ser bendavên Dîjle û Ataturk ev kar tê kirin. Ardûyê kelekan diherike nav avê û gelek zirarê didê. Lewra em divê di vî warî de guh bidin saxleminîya bajêr. Çêtir e em kelekên xwe bi sotemenîya paqij û kesk biajon. Ev dê bo kertê kelekvaniyê jî mifayekê baş be. Wek alternatif kano î pisqêletên behrê jî mimkûn in bêne bikaranîn. Ji bo vê çi ji destê me bêt em ê alî kelekvanan bikin.”

Piştî hevdîtina bi kelekvanan re Tutşî û Arslan, ligel ekîbên zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Gêlê li ser qebûlkirina xwedanên karî karûbarên kelekvanan rawestandin û mohr kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan