Diyarbekir beşdarî Fuara EMITTê dibe
Şaredariya Bajarê Mezin, dê beşdarî Fuara Turîzm û Geştûguzarî ya Welatên Rojhilatê Deryaspî (EMITT) ku îsal bo cara 25ê tê lidarxistin, bibe.
Diyarbekir, dê di fuara EMITTê de bê nasandin, ev fuar li ser asta Tirkiyeyê asta yekê û ser asta cîhanê di asta 5ê de ye.
Beşdarî dê bi serperiştiya Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin bête organîzekirin û ligel wê dê Şaredariya Sûrê, Şaredariya Gêlê, Serokatiya Desteya Nûnerî ya Herêma Anatolyaya Başûrojhilat a TURSABê, Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê, Borsaya Bazirganî, Gerînendetiya Turîzm û Çandê ya Bajêr û kargehên geştûguzariyê tê de amade bin.
Fuar, di navbera 09-12 Sibatê de li Navenda Kongre û Fuarê ya TUYAPê tê lidarxistin, stanta Diyarbekirê dê di fuarê de li ser 207 metreçargoşeyê be û dê bi dirûvê Birca Keçikê be.
